Navenda Hevkarî li ser pêla îdamên li Îranê bang li civaka navdewletî kir!
PeyamaKurd – Navenda Hevkarî ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, li ser zêdebûna îdamên rejîma Îranê bi daxuyaniyekê bang li civaka navdewletî kir ku guvaşê li ser Îranê bikin û ragihand, rejîma Îranê bi pêla nû ya îdaman nikare temenê xwe dirêj bike.
Di daxuyaniyê de, tê gotin ku li gorî amarên dawî ji destpêka sala 2023yan ve û di heyama kêmtirî şeş mehên borî de bi kêmî 267 girtî di girtîgehên bajarok û bajarên cuda ên Îranê de hatine îdam kirin ku 55 kes ji wan Kurd û hejmarek jî Belûç in.
Navenda Hevkarî diyar kir: “Pêla nû ya îdaman di demekê de ye ku tevgera mafxwazane û nerizayetiya xelkê li dijî Komara Îslamî di yek sala borî de, mezintirîn krîza rewatiyê bo Komara Îslamî çê kiriye. Rejîma Komara Îslamî ku xwe di hember geşebûna hereketên roj li pey roj yên xelkê Îranê de bi tevahî felec dibîne, carek din jî bi raxistina peta sêdarê û nîşandana serkuta rût û belavkirina keşeke tirs û samê, dixwaze li hember tevgera nerizayetiya komelên xelkê derkeve.”
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê herwiha tevî şermezarkirina siyaseta îdam û kuştinê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, bang li civata navdewletî û rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan kir û xwest ku guvaşê li ser rejîma Îranê bikin û pêşiya berdewamiya wan tawanan bigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin