Nêçîrvan Barzanî banga rawestandina êrîsa ser Rojava li NY kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li ser êrîşa Tirkiyê ya bi ser Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand û tê de ragihand, ew ji bo rawestandina şer û navbeynkariyê amade ne û di nava hewldanan de ne.
Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz ji civaka navdewletî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir, ji bo rawestandina şer û pêkanîna aştiyê rola xwe bilîzin.
Nêçîrvan Barzanî got, ew her ji destpêkê ve ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin û bi dilgiranî û nîgeraniyeke mezin ve operasyona leşkerî ya Rojhilatê Firatê li Sûriyê dişopînin, bi taybet ku komên tundrew ên opozisyona Sûriyê tê de beşdar in.
Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, şer li navçeyê bê îstiqrariyê çêdike û gef û metirisya dubare derketina terorê mezintir dike û ev jî ne di berjewnediya ti aliyekî de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin