Nêçîrvan Barzanî bi Osman Baydemir û sanda pê re civiya
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 19ê Sibatê pêşwazî li siyasetmedarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr kir. Baydemir îro ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve jî hatibû pêşwazîkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li siyasetmedarê Osman Baydemîr û şanda pê re kir ku di hevdîtinê de behsa xebata siyasî û sivîl û aştîxwazane ya gelê kurd bo çareserkirina pirsgirêkan û bi dest xistina mafên xwe û lihev nêzîkkirina aliyên Kurdistanî hat kirin.
Di hevdîtinê de behsa guhertinên siyasî û rewşa kurdan li Rojhilata Navîn û çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê û rola civaka navdewletî di vî warî de jî hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin