Nêçîrvan Barzanî biryara destnîsankirina 3 dadwerên Dadgeha Pêdaçûnê îmze kir

04 July 2021 19:42 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî biryara destnîsankirina 3 dadwerên Dadgeha Pêdaçûnê îmze kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Yekşem 4ê Tîrmeha 2021ê fermana damezrandina sê dadwerên ji bo sê postên dadweriyên Dadgeha Pêdaçûna Herêma Kurdistanê  îmze kir.

Sê dadweriyên Dadgeha Pêdaçûnê, Dadwer Mesûd Xidir Mehmûd, Dadwer Xazî Xelîl Taye û Dadwer Dara Mihemed bi merasîmeke li serokatiya Kurdistanê dest bi kar bûn.

Di rêwresmê de bi amadebûna birêz Dadwer Ebdulcebar Ezîz Hesen Serokê Encumena Dadwerî bi Wekalet, her sê dadwerên nû sonda yasayî li ber Serokê Herêma Kurdistanê xwarin û Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li wan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.