Nêçîrvan Barzanî di merasima salvegera 42em ya Tevgera Bedr de axifî
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema 42em salvegera Tevgera Bedr de, li Bexdayê axaftinekî kir. Barzanî di axaftina xwe balê kişand ser gelek mijaran û got:
“Temamê terefên Iraqê ji bo çareseriya pirsgirêkan divê bi hevre bixebitin û dijayetiyan deynin terefekî. Çareseriya herî baş ya xas ya aîdê Iraqê ye. Iraqekî yekreng biser nakeve. Em bi hêvî ne ku Tevgera Bedr li Iraqê ji bo parastina îstîqrarê û bicîhanîna demokrasiyê roleka baş bigre ser xwe.”
Nêçîrvan Barzanî her weha behsa rejîmên berê yên Iraqê yên zordar kir û balê kişand ser hevkariya Herêma Kurdistanê û partiyên Iraqê ku di çavê xelkê de baweriya xelkê zêde kiriye. Barzanî, sûîkasta ku li serpereştê Şî’e ya ser Seyid Muhammed Baqir El-Hekim kiribûn bibîr xist û got ji ber El-Hekîm li Iraqê xebitiye da terefên siyasî bigihîne hev, êrîş kirine ser û rola wî bilind nirxand. Barzanî weha dewam kir:
“Siba an ku 9 ê nîsanê roja 20em salvegera roxandina rejîma diktatore. Niha wexte em li ser serkeftinên ku encamên yekîtiya me ne, bifikirin. Hilbijartinên azad riha demokrasiyê ye. Me tev destekê da ji bo serkeftinê û li gor tevlîbûna xwe, em berpirsiyariya xeta û kêmasiyên xwe qebûl dikin.
Di welat de cudakarî bandora neyînî dihêle. Divê her wext di bîra me de be ku li Iraqê rejîma dîktator û cudakariya etnîkî û olî di nav welat de her dem bûye çavkaniya şer û xerabkirinê. Ji ber wê, di Iraqê de tekane rêya pêşdeçûnê û îstîqrarê ew e ku mirov federal be û xwediyê sîstema wekheviyê be. Tecrubeyên bi êş zerarê daye xelkê Iraqê. Ji bo qenciya pêkhateyên Iraqê divê em ji wan ders bigrin.
102 salên borî peyamekî dide me û dibêje; Şîa, Sunne, Kurd, Xîristiyan, Turkmen û civakên din divê xwe di Iraqekî hevpar û serkeftî de bibînin, eger weha be wê Iraq bi ser bikeve. Iraqeka pir rengîn bi ser dikeve lê Iraqeka yekrengî bi ser nakeve.
Hukumeta serokwezîrê Iraqê ya Muhammed Şiya es-Sudani ji bo bernama xwe bibe serî, xebata ji dil dike. Em ê weka Herêma Kurdistanê destekê didin bernama wî û me vêya ji temamê dost û hevkarên xwe re gotiye. Peymana petrolê û destpêkirina îxracata petrola Herêma Kurdistanê pêngavekî mezine. Çareseriya herî baş ya xas ya aîdê Iraqê ye. Eger em tev meyla xwe bidin ser vê rêbazê, êm ê karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Çareseriya aîdê Iraqê, desthilat û pêşdeçûnê bi xwe re xwurt dike. Baweriya mirovan bo rêvebiran xwurt dike, baweriya navbera civakan xwurt dike. Çarseriya pirsgirêkên Iraqê bi hevkarî û diyalogê wê biser bikeve. Ji ber em xwediyê rûhiyeta hevkariyê û xwediyê destûra Iraqê ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin