Nêçîrvan Barzanî: Divê Tirk, Ereb û Fars mafên Kurdan di çarçoveya welatên xwe de bidin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro di Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn, ya ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî- Kurdistan li Duhokê hatiye organîzekirin de, li ser Pirsa Kurd li welatên navçeyê gotarek pêşkêş kir û diyar kir: “Têkildarî Pirsa Kurd, eger em li rewşa Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyê jî mêze bikin, ev mijareke navxwe ya wan welatan e. Pêwîst e her yek ji wan welatan di çarçoveya sînorê xwe de bi giringî ve li çareserkirina vê pirsgirêkê bigere.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha da zanîn: “Nabe Kurd li wan welatan bên cudakirin, lê belê divê cihê wan bê vekirin, li gor giraniya xwe hevbeş be û beşdarî bi wan bê kirin û derfet bi wan bê dan di çêkirina biryarê de hevbeş û beşdar be.”
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi hebûna çar netewên sereke li navçeya Rojhilata Navîn kir û eşkere kir, netewên Kurd, Ereb, Fars û Tirk berî wan dewletên niha her hebûn û pêkve dîrok û cografya (erdnîgariya) wan a hevbeş heye û got, tekez wê ew netew wek cîran bimînin.
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiyê de destnîşan kir, niha ku netewên Fars, Tirk û Ereb li vê navçeyê xwedî dewlet in, erkê wan e ku mafên kulturî, siyasî û civakî yên Kurdan di çarçoveya welatên xwe de bidin.
Di berdewamiya axavtina xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, “Hewla tunekirina hev çiqas tund be û dirêj be, herî dawî divê em hev du qebûl bikin û divê em vê rastiyê bînin bîra xwe ku tu kesî ji me biryar nedaye em ji vir herin, tu kes ji me nahele, lewra pêkvejiyan di yek dewletê de rêya me ya çareseriyê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin