Neçîrvan Barzanî: "Em bi xêra neslên berê bi azadî dijîn”

10 July 2021 20:46 0 dîtin
Neçîrvan Barzanî: "Em bi xêra neslên berê bi azadî dijîn”

PeyamaKurd -  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema derçûna xwendekarên Zanko ya Amerîkayê ya li Duhokê tevlî merasimê bû û got ku perwerdê mifteya serkeftina civakê ye û got ku ew bi xêra fedakariya neslên berê bi azadî dijîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî, serokwezîrê herêmê Mesrûr Barzanî, cîgirê serokwezîrê herêmê Qubad Talabanî, balyozê mezin yê Amerîkayê, gelek akademisyen, perwerdekar, rêvebir û malbatên derçûyiyan tevlî merasimê bûn.

Nêçîrvan Barzanî silavê li mamoste û xwendekarên Zankoya Amerîkan ya Kurdistanê kir û weha got:

“Ev serkeftin bi xêra hewl û xebata herkesiye, encama xebata hevpar û destekkirina hevbeşe. Temamê wan layîqê tiştên herî başin. Temamkirina saleka dinê ya derçûyan, nîşana serkeftin û vizyona zankoyê ye ku bingeha xwe li serê ava kiriye.

Xwendevan di zankoyan de dixwînin bê milletê wan çi zahmetiyan dîne, bi xwendin û kirina lêkolînan re fêr dibin ku divê di warê teknîkê, tenduristî, aborî, civakî, zîraî, fînans, trafîk, kêşûhewa û gelek sehayên din de bibin pispor.

Babîrên me wexta di temenê we de bûn, di wexta roxandina dewleta Osmaniyan de, di Rojhilata Navîn de, bo damezrandina dewleta xwe têdikoşiyan. Îro hun û em hemû bi xêra fîdakariya neslên berê, civaka me, mirovên me, bo dahatûya milletê me dixebitin û plandikin û di nav azadiyê de dijîn.”

Nêçîrvan Barzanî got ku zêhna xwe ya zanist û teknolojiyê bo însanên me bikarbînin û weha dewam kir:

“Hun dikarin bo pirsgirêkan bibin mifta çareseriya mayîn de ya Herêma Kurdistanê û divê hun bibin jî. Perwerde di civakeka serkeftî de mifte ye. Civak, gel û welatên serkeftî ewin ku perwerdeyeka herî baş û bilind dîtine. Li Herêma Kurdistanê jî berya her tiştê pêdivî bi perwerdeyeka xurt heye. Bo avakirin û pêşdebirina Kurdistaneka xwurt, xwesteka me û îrada me heye. Tevî hemû zahmetiyan û talûkeyan, di dewra talûka DEAŞ ê hebû, em bi biryar bûn vê zankoyê ava bikin û me dev ji biryara xwe neberda.”

Neçîrvan Barzanî, di axaftina xwe de behsa pirsgirêkên navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê kir û got ku ew terefdarê çareseriya temamên pirsgirêkaye û hem di çarçoveya destûra Iraqê de. Barzanî weha dewam kir:

“Divê em li ser rewşa Iraqê û bi giştî li ser rewşa Herêma Kurdistanê biaxifin. Herêma Kurdistanê û Iraq niha krîzekî dijîn. Bo çareseriya van krîzan bo destekê û alîkariyê peyda bikin, îradeyeka xwurt heye. Divê em ji xetayên berê îstîfade bikin û dev ji mantiqa xwurt û qels berdin. Divê em li ser destûrê, pirsgirêkên xwe çareser bikin. Li ser vê nêrînê, divê li pêşiya xwe binêrin û ev nêrîn dikare rê li ber Iraqê veke.”

Nêçîrvan barzanî di beşekî axaftina xwe de peyama yekîtiyê da û got:

“Divê em di nav Herêma Kurdistanê de yekîtî û hevkariya xwe xwurt bikin da karibin destkeftiyên xwe û mafên xwe yên destûrî biparêzin. Divê hebûna PKK ê li Herêma Kurdistanê, di çarçoveya berjewendiyên Herêma Kurdistanê de bibînin, divê xanî û malên xelkê biparêzin û şer di derveyê Herêma Kurdistanê de bê girtin. Divê PKK bo îrada xelkê Herêma Kurdistanê û berjewendiyên wan rêz bigre. Divê li desthilata Herêma Kurdistanê û serdestiya hûqûqê rêz bigre. Divê nebe sedema şer û zerara li Herêma Kurdistanê.

Herêma Kurdistanê û Iraq divê ti carê nebe ciyê tehdîdê, êrîşê welatên cîran nekin, ewlehî û îstîqrara wan xerab nekin û bo van tiştan herêmê bikar neynin. Divê Iraqa federal wezîfeya xwe ya parastina îstîqrar û ewlehiya welatên cîran, bicîh bîne.”