Nêçîrvan Barzanî: “Herêma Kurdistanê û Fransa xwediyê têkiliyên dîrokîne”

28 August 2020 00:04 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: “Herêma Kurdistanê û Fransa xwediyê têkiliyên dîrokîne”

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîra bergiriyê ya Fransayê Florence Parly li Hewlêrê civînekî çêkirin. Nêçîrvan Barzanî û Florence Parly piştî civînê derketin ber çapemeniyê û axifîn. Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de got ku seredana wezîra bergiriyê ya Fransayê di wextekî herî krîtîk de ye û pêdiviya Iraq û Kurdistanê bi desteka koalîsyona li dijî DEAŞ ê dewam dike.

Barzanî behsa pêdiviya desteka siyasî û aboriyê kir û got Fransa weka endamekî aktîv ya koalîsyona navdewletî, bo têkçûna DEAŞ ê gelek destekê daye Iraqê û Herêma Kurdistanê. Barzanî got ku seredana wezîra Parly, weka desteka Iraqê û Herêma Kurdistanê qebûl dikin û Fransa di wextên haletên zor de destekê daye Kurdistanê.

Di ragihandina Barzanî de behsa têkiliyên navbera Kurdistanê û Fransayê kir û weka têkiliyên dîrokî nirxand û got di enfala sala 1986an de, di raperîna sala 1991an de, bo azadkirina Iraqê û di temamê pêvajoyan de Fransa bi Herêma Kurdistanê re têkiliyên wê dostanebûne.

Barzanî got ku dê desteka Fransayê bo herêma Kurdistanê ti carê jibîr nakin û behsa dorpêça ser Herêma Kurdistanê ya sala 2017an kir ku çawa serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dorpêçê (ablûkayê) şikandiye û dubare sipasiya xwe kir. Di têkoşîna li dijî DEAŞ ê de Fransa desteka leşkerî daye Kurda û bo gelek penaberan deriyê xwe vekiriye. Barzanî bo bazirganiya navbera her dû aliyan got ku deriyê Kurdistanê bo şîrketên Fransayê daîma vekiriye û dixwazin têkiliyên dualî di temamên sehayan de bipêş bixin û bimeşînin.

Wezîra bergiriyê Florence Parly jî ragihand ku seredana wê nîşane ku dewleta Fransayê destekê dide Iraqê û Herêma Kurdistanê. Behsa desteka Fransayê ya li dijî DEAŞ ê bo Herêma Kurdistanê kir û weha got:

“Dijminê me yeke, navê wê İŞİD e. Di şerê li dijî İŞİD ê de, rola pêşmerge geleke. Em ê bi Herêma Kurdistanê re li dijî İŞİD ê têkoşîna xwe dewam bikin, bo parastina hukumraniya (desthilata) axa Iraqê, divê em zêdetir destekê bidin.”