Nêçîrvan Barzanî pesnê Fransayê da ku pistgiriya Kurdistanê dike

08 September 2019 20:06 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pesnê Fransayê da ku pistgiriya Kurdistanê dike

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di hevdîtina ligel Konsûlê Fransa yê Hewlêrê Olivier Decottignies de, pesnê rola Serok Macron û Fransayê bo piştgîriya Herêma Kurdistanê da û got, gelê Kurdistanê rêz û pêzanînên xwe ji bo dostayetî û piştgîriya Fransa heye û daxwazkarê zêdetir pêşxistina peywendiyên ligel Fransa ye.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvro ya îro yekşem 08/09/2019 li hevdîtinek da li gel Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê nû yê Fransa li Hewlêr, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûna wî ya li erkê wî nû da, hêviya serkeftinê xwest û hemû piştgîrî û hêsankariyekî dûpat kir.

Her wiha rêzdar balkişand li ser rola Serok Macron Serokê Fransa ya li piştgîrîkirina Herêma Kurdistanê û hewlên wî yên ji bo destpêkirina diyaloga Hewlêr û Bexda ku li encamê da her dû alî karîn hengavên ji bo asayîkirina peywendiyan û çareserkirina hinek ji kêşeyan bikin, her wiha piştgîriya xwe ji bo hewlên Fransa ya bi navê çareserkirina nakokiyên di navbera aliyên siyasiyên Kurdî yên li Kurdistana Sûriye derbirî.

Di hevdîtinê de herdu aliyan bal kişandin ser rewşa emnî, siyasî û aboriya Iraqê û tekez li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal ya ji bo parastina asayîş û aramiyê bi taybetî li navçeyên nakokî li ser kir.  Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr spas û pêzanînên welatê xwe ji bo hevkarî û yarmetiyên Herêma Kurdistanê ya ji bo koçber û penaberan dûpat kir.

Herwiha di hevdîtinê de, li ser serdana Serokê Fransa Emmanuel Macron ya bo Iraq û Herêma Kurdistanê jî hat axaftin.