Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera 89emîn a Komkujiya Asûriyan peyamek belav kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Yekşemê di salvegera komkujiya Aşûriyan a 89 sal berê ji aliyê deshilata berê ya Iraqê pêk hatibû de, peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê, peyamek bo salvegera 89emîn a komkujiya Aşûriyan belav kir û got: “Îro 7ê Tebaxê, di roj aşehîdên Aşûrî de em bi rêzdarî qurbaniyên komkujiya xwişk û birayên xwe yên Aşûrî bi bîr tînin ku berî 89 salan li Sêmêlê ji aliyê desthilata Iraqê ya wê demê ve hatibû kirin.”
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Di vê bîranînê de, em tekeziyê li ser pêkvejiyan û lêborînê dikin.”
Komkujiya Sêmêlê ya Aşûriyan, 7ê Tebaxa 1933an ji aliyê hikûmeta Iraqê ya serdema Feyselê yekem ve, li 63 gundên Aşûriyan ên li Duhok û Mûsilê hatibû kirin û çend rojan dewam kiribû. Di vê komkujiyê de nêzîkî 600 kes hatibûn komkujkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin