Nêçîrvan Barzanî jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hz. Muhammed li misilmanan pîroz kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya bîranîna mewlûd û jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhammed (silavên Xwedê lê be) peyamek belav kir û ragihand; pîrozbahî li Misilmanên Kurdistan û cîhanê dike.
Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
Li bîranîna ji dayikbûna pêşewa û pêxemberê mezinê Îslamê da Hezretî Muhemmed (Silavên Xwedê li ser bê), germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên li Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê û mirovayetiyê dikim.
Hêvîdarim ev bîranîna pîroz xêr û xweşî û bexteweriyê ji bo tevahiya mirovayetiyê li gel xwe da bîne û bibê handerek ji bo me hemûyan ku ruh û giyanê xweşdiviyê û aştevayî û dilovaniyê li nav xwe û dewruber û me hemûyan da bihêztir bike.
Bila li vê bîranînê de başî û mirovayetî û peyrewkirina peyama aştîxwazane û mirovdostî û mirovperweriya hezretî pêxember me kom bike û em hemû li ser bingeha rênimayî û şîret û bihayên bilind, ji bo pêkvejiyan û lêborînî û ji bo niha û paşerojeke baştir ya mirovayetiyê kar bikîn.
Ev bîranîn li hemû aliyek pîroz bê û hemû salek bi xêr û xweşî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
17.10.2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin