Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li roja jidayîkbûna pêxemberê îslamê kir

09 November 2019 16:18 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li roja jidayîkbûna pêxemberê îslamê kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta jidayikbûna Pêxemberê Îslamê pîrozî li tevahiya misilmanên Kurdistanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got, “Ez bi helkefta ji dayîkbûna pêxemberê îslamê Hz. Mihemed germtirîn pîrozbahiyê li tevahiya misilmanên Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim.”

Serokê Kurdistanê Barzanî herwiha got, “Hêvîdar im ev helkeft bibe wesîleya xêr û xweşiyê bo hemû gelên devera me û cîhanê herwiha her kesî teşwîq bike bo biserxistina peyama aşitî, çêbûna zemîna dostaniyê, lêborîn û pêkvejiyanê di navbera gelan û hemû pêkhateyên etnîkî û ayînî de.”