Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan naxwaze Iraq bibe meydana yekalîkirina pirsgirêkan

16 January 2020 14:53 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan naxwaze Iraq bibe meydana yekalîkirina pirsgirêkan

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi balyozên Fînlandiyayê li Iraqê Vesa Hakkinen re civiya û ji bo hevkariya Fînlandiyayê ya di şerê li dijî DAIŞê de spasiyên xwe peşkeş kirin û tekez kir, hîn gef û metirsiyên terorê mane.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê nû yê Finlendayê li Iraqê Vesa Hakkinen civiya û pîrozbahî li destbikarbûna wî wek Balyozê Finlendayê kir û hêviya serkeftinê di karê wî de jê re xwast û tekezî li pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên dualî di hemû wan de kir.

‘Kurdistan hewl dide aramî li Iraqê vegere’

Serokê Herêmê Barzanî di wê hevdîtinê de ragihand, Herêma Kurdistanê naxwaze Iraq bibe meydana yekalîkirina pirsgirêk û nakokiyan û hewl dide aramî li Iraqê vegere.

‘Hakkinen berdewamiya hevkariya welatê xwe ragihand’

Ji aliyê xwe ve, Vesa Hakkinen behsa serdana xwe bo hêzên Finlendayê wek beşek ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê li Herêma Kurdistanê kir û û tekezî li berdewamiya hevkariya welatê xwe di çarçoveya hêzên hevpeymanan de ji artêşa Iraqê û Pêşmerge kir, bi taybet di warê rahênankirinê de.

Guftûgokirina dawî pêşhatên rewşa Iraqê, bicihkirina daxwazên xwepêşanderên Iraqê, hewlên bo vegerandina aramiyê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina wan bi diyalogê û li ser bingeha destûrê, rewşa aborî û derfetên webirhênanê li Herêma Kurdistanê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.