Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Macron re dicive
PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan, wê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Çarşemê serdana Bexdayê bike û bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re ku heman rojê diçe Bexdayê re bicive.
Ajans France Press (AFP) îro 31ê Tebaxê bi nûçeyekê ragihand ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron roja Çarşemê ango 2yê Îlona 2020an piştî serdana Lubnanê serdaneke çend saetan bo paytexta Iraqê Bexdayê dike.
Li gor zanyariyan, Macron xwestiye di wê serdana xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bibîne ku tê çaverêkirin Nêçîrvan Barzanî roja vê Çarşemê derbasî Bexdayê bibe.
Tê pêşbînîkirin Macron li Bexdayê di hevdîtinên xwe yên ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û berpirsên din ên Iraqê re de, li ser mijarên serweriya axa Iraqê û pirgirêkên Amerîka û Îran li nav xaka Iraqê û binpêkirina sînoran ji aliyê artêşa Tirkiyê gotûbêj bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin