Nêçîrvan Barzanî: PDK û YNKê li ser gelek mijaran…
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji YNKê kir ku vegere nav hikûmetê û çareseriya pirsgirêkan li wê derê bibîne.
Nêçîrvan Barzanî, îro 15ê Adarê li Silêmanyê li ser civînên dezgehên hilbijartinan ên PDK û YNKê jî ragihand: “Lijneyên hilbijartinê yên her du aliyan li ser gelek mijaran civiyane û li hev kirine, di vî warî de pêşketin hene.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Civîna polîtburoyên YNK û PDKê heta niha nehatiye diyarkirin lê dezgehên hilbijartinan ên her du aliyan civiyane û bi giştî li ser çawaniya lidarxistina hilbijartinan li hev kirine. Ez dibêjim ku di vî warî de pêşketin heye.”
Nêçîrvan Barzanî li ser vegera tîma YNKê bo nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî diyar kir:“Pirsgirêk ewqasî ne mezin in ku neyên çareserkirin. Bi baweriya min divê tîma YNKê vegere nav hikûmetê, eger pirsgirêk hebin dikarin di hikûmetê de gotûbêjan bikin û çareseriya hemû pirsgirêkan bibînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin