Nêçîrvan Barzanî pistî dengdanê banga yekrêziya aliyên Kurd li Bexdayê kir

10 October 2021 09:55 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pistî dengdanê banga yekrêziya aliyên Kurd li Bexdayê kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 10ê Cotmehê piştî ku li navendeke dengdanê ya Hewlêrê deng da, civîneke rojnamevanî li dar xist.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, piştî hilbijartinan, hemû aliyên Kurdistanî vedixwînik ta ku li Bexdayê bi hev re bin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê yekrêziya aliyên Kurdî li Bexdayê de got, piştî hilbijartinan, em hemû aliyan vedixwînin Serokatiya Herêmê, ji bo li Bexdayê yekrêz bin û bikarin berevaniyê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bikin.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de, dixwaze pirsgirêkên hilawistî yên ligel Bexdayê çareser bike.

Serokê Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku ev xula Parlamento û Hikûmeta Iraqê ji yên berê cudatir be û bikare guhartinê di awayê birêvebirina Iraqê de bike.