Nêçîrvan Barzanî pistî merasîma xatirxwestina Keybanû Elizabetha Duyem peyama sînê nivîsand
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li London a paytexta Brîtanyayê ligel serokdewletan beşdarî merasîma xatirxwestina Keybanû Elizabetha Duyem bû.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro 19ê Îlona 2022yan, li Londonê, piştî temambûna merasîma şîna Şahjin Elizabetha Duyem, li Parlamentoya Brîtanyayê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîmeke pêşwaziyê bû, ku ji aliyê Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly ve ji bo beşdariya merasîma şîn û oxirkirina li şahjin hatibû sazkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser deftera şînê ya bo Keybanû Elizabetha Duyem peyamek nivîsand û sersaxî da gelê Brîtanyaya Yekgirtî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin