Nêçîrvan Barzanî ji bo merasîma xatirxwestina Keybanû Elizabeth çû Brîtanyayê

18 September 2022 15:51 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî ji bo merasîma xatirxwestina Keybanû Elizabeth çû Brîtanyayê

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo beşdarî merasîma xatir xwestina Keybanûya Brîtanyayê Elizabeth a Duyem bibe, îro Yekşemê gihîşt paytexta Brîtanya Londonê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Îro yekşemê 18.09.2022ê, Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwendina fermî ya Hikûmeta Brîtanyayê ji bo beşdariya li merasîma xatirxwestina Keybanû Elizabeth a Duyem gihîşte Londona paytexta Brîtanyayê.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel Serok û rêberên din yên cîhanê beşdarî merasîma xatirxwestina Keybanûya Şahnişîna Yekgitiya Brîtanyayê bibe û di nava du rojên merasîmê de, dê di hemû panel û semînarên vê minasebetê de amadehîyê bike.