Nêçîrvan Barzanî serdana malbatên mexdûrên erdhejê kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 14ê Sibatê ji bo serdana herêmên erdhejê gihîşt Bakurê Kurdistanê û di daxuyaniyeke li navenda kordînasyonê ya AFADê de, ragihand ku şîn ketiye her malê û ew hevxemê kesûkarên qurbaniyên vê karesata mezin a erdhejê ne.
Nêçîrvan Barzanî, di daxuyaniya xwe de silavên Serok Barzanî gihandin Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û herwiha serdana tîmên alîkarî û hawarê yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku xebatên xwe li herêmên erdhejê ji roja ewil ve bênavber didomînin kir.
Serokê Herêma Kurdistanê serdana xwe ya herêmên erdhejê li bajarê Dîlokê dest pê kir û piştre jî çûn nav çadirên mexdûrên erdhejê guhdariya malbatên rûbirûyî vê karesata mezin bûne kir.
Nêçîrvan Barzanî, serdana malbatên binê çadirê kir û hevxemiya xwe ji bo hemû mexdûrên erdhejê nîşan da.
#Kurdistan @IKRPresident Nechirvan Barzani visits the displaced victims in the quake-hit areas of Gaziantep. pic.twitter.com/BTk8YwbU17
— Kurdistan Region Presidency (@KurdistanRegion) February 14, 2023

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin