Nêçîrvan Barzanî: Serê terorê bidawî nebûye, vekisîna ji Iraqê hê zû ye
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji malpera Bild a Almanî re axivî û got, pêwîstiya Iraqê bi piştevaniya civaka navnetewî û cîranên wê heye ku ji bo vekişandina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê jî hê zû ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna taybet a malpera Bild de got, niha du rê li pêş Iraqê ne û eger heye ku li aliyê metirsidar ve here, lê ew hêvî dike ku hemû pêkve bikarin kar bikin ku aramî û asayiş bo xelkê Iraqê vegere.
Li ser mijara vekişandina Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ji Iraqê Nêçîrvan Barzanî hişyarî da û wiha got:
“Em di wê baweriyê de ne ku şerê li dijî terorê bidawî nebûye. Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê weke pêştir hêj pêwîstî bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî heye.”
Di beşeke din a hevpeyvînê de Nêçîrvan Barzanî li ser mijara vekişîna hêzên hevpeymaniyê wiha axivî:
“Ji bo vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dem ne guncaw e û hêj zû ye. Metirsiya êrişên cidî berdewam e. Iraq bi serê xwe nikare rê li ber wan metirsiyan bigire. Herwiha DAIŞ ne tenê ji bo herêmê metirsîdar e, di heman demê de ji bo civaka navnetewî jî metirsiya wê heye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin