Nêçîrvan Barzanî: Kustina Bexdadî pêngaveke girîng a serê li dijî terorê ye
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di derbarê kuştina Serokê DAIŞê, Ebûbekir Bexdadî de peyamek belav kir û tê de ragihand, ew kuştina Ebûbekir Bexdadî serê rêxistina terorîstî ya DAŞê bi pêngaveke girîng ya şerê dijî terorê bi nav dikin, lê bidawîhatina teror û îdeolojiya DAIŞê nîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî dibêje: “Herêma Kurdistanê beşeke sereke ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bû, qurbaniyeke zêde bo jinavbirina terorê daye.”
‘Kuştina Bexdadî girîng e lê nayê wateya dawîhatina terör û îdeolojiya DAIŞê’
Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje,“kuştina Bexdadî piştî tunekirina bi nav xîlafeta DAIŞê pêngaveke girîng e, lê nayê wateya dawîhatina teror û îdeolojiya DAIŞê, hîna jî metirsiya careke din bihêzbûna terorîstan zêde ye, DAIŞ û grûpên weke wê di navçeyê de hîna di tevgerê de ne û gefê li cîhanê dikin, lewra pêwîst e civaka navdewletî ji alîkarî û hevahengiya ji bo rûbirûbûna terorê berdewam be.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike, hewlên Amerîka û hemû aliyên beşdar ji bo serkeftina operasyonê bilind dinirxîne, bi hemû awayekê di alîkariyên xwe yên bo civaka navdewletî de ji bo şerê li dijî terorê berdewam dibe.
Nêçîrvan Barzanî dibêje, Herêma Kurdistanê dê rûbirûyê îdeolojî û hizra tarî ya DAIŞê bibe, ji bo ku rê li ber serîhildana DAIŞê û careke din bihêzbûna terorê bê girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin