Mesrûr Barzanî bo ABC News: Bi kustina Bexdadî cîhan ewletir nebûye

31 October 2019 20:06 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bo ABC News: Bi kustina Bexdadî cîhan ewletir nebûye

PeyamaKurd - Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke taybet a ligel kanala ABC News a Amerîkayê de got, em xwedî ezmûneke dûr û dirêj in di şerê dijî DAIŞê de û Pêşmerge yekem hêz bû ku efsaneya DAIŞê têk bir.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê metirsiya reva DAIŞiyên girtî de diyar kir: “Em nîgeranin. Bi taybet eger nehatibin kontrol kirin û girtîgeh parastî nebin. Di dema borî de jî me dît ku her demeke derfeta reva wan hebe, ew dibin metirsiyek mezin, ne tenê bo asayîşa navçeyê, heman demê de bo asayîşa cîhanê metirsî ne.”

‘Pêşmerge erkeke mezin ligel endamên hevpeymaniyê bicih anî’

Di beşeke hevpeyvînê de Mesrûr Barzanî dibêje, “Em xwedî ezmûneke dûr û dirêjin di şerê dijî DAIŞê de. Ez ji sala 2014ê ve li eniyên pêşbûm ligel hêzên Pêşmerge.

Pêşmerge nirx û bedelekî mezin da bo wan navçeyên bin destê DAIŞê de bûn û wan rizgar bike. Di rastiyê de Pêşmerge yekem hêz bû ku efsaneya DAIŞê, wek hêzeke şikest xwarî êdî bê dîtin û ew têkbir. Pêşmerge erkekî mezin li gel endamên din ên hêzên hevpeyman bicîh anî.”

‘Divê ji bo DAIŞiyên girtî kontroleke temam hebe’

Serokwezîr Barzanî li ser metirsiya reva DAIŞiyan ji girtîgehên Rojavayê Kurdistanê jî wiha axivî:

“Em nîgeranin, bi taybet eger nehatibin kontrol kirin û girtîgeh parastî nebin. Dema borî de jî me dît ku her demekî derfeta reva hebe, metirsiyek mezin ava dikin, ne tenê bo asayîşa navçeyê, ji bo asayîşa hemû cîhanê metirsî ne. ji ber wê jî em hêvîdarin ew DAIŞiyên girtî ne li girtîgehan kontroleke temam li ser wan bê kirin.  “

‘Kuştina Bexdadî nabe dawiya DAIŞê’

Li ser kuştina Bexdadî û dahatûya DAIŞê jî Barzanî got, “Ez ne di wê baweriyê de me ew kar bi dawî bibe. Bexdadî kesê serekî yê wê rêxistinê bû, lê bi ti awayekî kuştina wî nabe dawiya rêxistinê. DAIŞ li navçeyên cuda rêveberên xwe hene û heta astekî serbixwe kar dikin. Raste ew di bin bandora nêrînên rêveberê xwe de bûn, lê ew nayê wê wateyê ku nikarin ti karekê bikin.”

Mesrûr Barzanî di berdewamê de got, “Divê çav vekirî bimînin û di hemahengî û alîkariya de berdewam bin û vê rastiyê jî qebûl bikin, terorîzm hîn yek ji metirsiyên serekî ye li ser asayîşa cîhanê, ji ber wê jî hemahengiya pêşwext navbera saziyên pêwîst de berdewam be.”

Barzanî diyar kir her terorîstek tê kuştin an jî tê girtin, ew tê wateya ku metirsî kêmtir dibin, lê nayê wê wateyê ku cîhan îro bi ewlehîtir e, ji ber em nizanin çi yan jî kê dê cîhê wî (Bexdadî) de cih bigire.