Mesrûr Barzanî ragihand ku xelkê Kurdistanê ji kustina El Qureysî raziye
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku xelkê Kurdistanê ji kuştina serokê IŞİD ê Ebû Îbrahîm Haşimi El Qureyşî raziye ku li Idlibê li bajarokê Atme yê di operasyonê de hat kuştin. Barzanî weha got:
“Jinavbirina terorîst Ebû Îbrahim el Qureyşî, ji herêma ku ew çend zerarê dayê, ji aliyê xelkê me de, bi taybetî ji aliyê biryên me yên Êzîdî de, bi dilxweşî hat pêşwazîkirin. Mîrasa Qureyşî ya herifker û komkujiyê qediya. IŞİD ê derbekî giran sitend. Ez artêşa Amerîkayê û serokatiya wê ji ber kiryarên serkeftî pîroz dikim.
Ez bang li Amerîkayê û koalisyona navdewletî dikim ku dewam bikin hêzên me yên Pêşmerge û artêşa Iraqê perwerde bikin û bernama techîzatê bidin dewam kirin. Ev rêxistina terorîst hêj neqediyaye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin