Mesrûr Barzanî: “Newroz bo xelkê Kurdistanê her wext nîsana serketinê bû ye”

20 March 2021 23:56 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: “Newroz bo xelkê Kurdistanê her wext nîsana serketinê bû ye”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema cejna Newrozê peyamekî belav kir û got:

“Newroz, bo xelkê Kurdistanê her wext bûye nîşana azadiyê, nûhkirina jiyanê û serkeftinê. Ez  cejna Newrozê û bi sedema sala nû ya Kurdan, di serî de li Pêşmergeyên qehreman, li hêzên asayîşê, li malbatên şehîdan yên serbilind û temamê xelkê Kurdistanê pîroz dikim. Bo xelkê Kurdistanê saleka xweş û tije bextewerî dixwazim.

Dixwazim Newroz bibe wesîleya bi destxistina mafên temamê xelkê Kurdistanê. Bi sedema di krîzan de xelkê Kurdistanê sebrê kiriye û destekê daye hukumeta Kurdistanê, sipasiya xelkê Kurdistanê dikim.

Ez daxwaz dikim li seranserê Iraqê bo temîna mijarên aborî, siyasî û ewlehiyê, hukumeta Iraqê berpirsiyariya xwe ya yasayî bi temamî pêkbîne.

Ez bang li hemû hemwelatiyan dikim ku di wexta pîrozkirina Newrozê de, pandemiyê ji bîr nekin û hemû berpirsiyariyên berlêgirtina pandemiyê bicîh bînin.”