Nêçîrvan Barzanî : Metirsiya ku serê Xezze û Îsraîlê berfireh bibe heye

22 November 2023 16:29 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî : Metirsiya ku serê Xezze û Îsraîlê berfireh bibe heye

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Şêwirmendê Bilind ê Parastinê yê Brîtanyayê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Mareşalê Hewayî Martin Sammy Sampson û şanda pêre re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de li ser pêşhateyên dawiyê yên li Xezeyê û encamên tên çaverêkirin ên şerê Hemas û Îsraîlê nirxandin hatiye kirin.

Didaxuyaniyê de, Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku eger heye şerê Hemas û Îsraîlê li herêmê belav bibe û got:

“Divê Îraq bi her awayî xwe ji şer dûr bixe, eger na dê rewşa giran û aloz tevlîhevtir bibe.”

Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser rewşa siyasî ya Îraqê û “girîngiya ewlehî û aramiya Îraqê”.

Barzanî û Sammy Sampson destnîşan kirin ku divê hemû aliyên li Îraqê berpirsiyariyên xwe binîn cih.

Herwiha di hevdîtinê behsa hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li Îraqê hat kirin û girîngiya parastina wan hêzan hat guftûgokirin.

Her du aliyan diyar kir ku DAIŞ hîn jî li Îraq û herêmê tehdîdek e û ji bo nehiştina DAIŞê pêwîstî bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî heye.

Mareşal Sammy Sampson jî amaje pê kir ku dê Brîtanya wekî endameke Hevpeymaniya Navneteweyî pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re bidomîne.

Li aliyê din, “rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê” mijareke din a hevdîtinê bû.

Her du aliyan hevdîtinên dawiyê yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) wekî “rûdaneke êrênî” nirxandin.