Nêçîrvan Barzanî: Ji bo xurtkirina pêgeha jinan me nexserêyek amade kiriye

25 November 2019 13:02 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Ji bo xurtkirina pêgeha jinan me nexserêyek amade kiriye

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta destpêkirina kampanya 16 rojî ya rûbirûbûna tundûtîjiya li dijî jinan, peyamek belav kir û tê de tekezî li ser “îradeya siyasî ya Herêma Kurdistanê bo piştgiriya pirsa dadweriya civakî û wekheviya cinsî li Herêma Kurdistanê kir.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje, “ew kampanya ji sala 2007an ve û salane tê ragihandin, ji bo berfirehkirina kar û çalakiyan bi armanca nehiştina tundûtîjiya cinsiyetî û dabînkirina dadweriyê.”

Barzanî, “Tevî zehmetiyan, bi taybetî piştî derketina DAIŞê û tawanên wê û cenosayda Êzidiyan ku bûne sedema çêbûna qeyraneke mezin a mirovî, Herêma Kurdistanê kariye bi awayekî dirist û hêja serederiyê li gel rewşê bike.”

Kampanya 16 rojî ya rûbirûbûna tundûtîjiya li dijî jinan, salane ji 25ê Mijdarê (meha 11) ve dest pê dike .

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de ku êvara 24ê Mijdarê belav kiriye, dibêje: “Hemû qeyran û şer civakê têk didin, pêngavan paş dixin û dibin sedema tundûtîjiyê, jin jî quraniyên serekî yên vê rewşê ne, lewma di rojeke wiha de û ji bo vê erkê pêwîst û giring, em tekezî li ser berdewamî û hevahengiya serokatiya herêmê li gel desthilata cîbicîkirinê û civaka sivîl û mamostayên olî û ajansên Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navxweyî û navdewletî dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê ragihandiye, “Serokatiya Herêma Kurdistanê nerîneke stratejîk a berfireh xêz kiriye, weke nexşerêyek ji bo parastina maf û geşepêdanê û xurtkirina pêgeha jinê di civakê de, û em bi hevahengiya li gel aliyên têkildarî kar li ser wê dikin.”

Di dawiya peyama xwe de jî Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji civaka Kurdistanê dike, “bi awayekî çalak di kar û çalakiyên 16 rojî yên kempîna rûbirûbûna tundûtîjiya li dijî jinan de beşdar bibin.”