Nêçîrvan Barzanî xwediyê xelata Almanya Federal Dr. Feryad Fazi Omer qebûl kir
PeyamaKurd – Akademîsyenê Kurd Dr. Feryad Fazil Omer ê ku li Almanya dijî û xwediyê xelata lîyaqatê ya Almanya Federale û hem damêzrênerê Enstîtuya Kurda ya lêkolînan ya Berlînêye, li Herêma Kurdistanê seredana serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; bi sedema ku Dr. Fazil Omer xelata liyaqatê sitendiye, Barzanî wî pîroz kir û got:
“Li diyasporayê di kîjan sehayê de dibe bila bibe, kesê ku şopa xwe daniye û keda xwe daye, ji bo me ciyê serbilindiyê ye û em ji xizmeta wan re rêz digrin. Ez we di xebata we ya akademîk, ziman, wêje û çanda Kurdî de xebatên ku we kiriye we pîroz dikim.”
Doktor jî ji bo serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku wê xebatên wî yên di seha akademîk û sehayên din de jî dewam bike û danasîna çand û zimanê Kurdî dewam bike.
Feryad Fazil Omer, di 1950an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinyayê, zankoya Bexdayê xwendiye û çûye li Berlînê bicîh bûye. Di salên 1978-1982 li Berlînê li zankoya Freie (Hur) di enstîtuya lêkolînên Îranê de xwendiye û di salên 1982-2018 an de li zankoyê dersên ziman, wêje û dîroka Kurdî daye. Hinek xebatên din yên Omer ev in:
-Mem û Zîn a Ahmedê Xanî wergerandiye Almanî û Îngîlîzî
-Dîwana Goran wergerandiye Almanî
-Di 1992an de ferhenga Kurdî-Almanê çêkiriye
-Di sala 2016an de ferhenda Almanî-Kurdî (Soranî) ya ji 200 hezar peyvan pêkhatiye weşandiye.
-Di 21.12.2022an de xelata liyaqatê ya Almanya Federla sitend

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin