Netanyahu: "Em bi berdewamî gesedanên li Sûriyeyê disopînin"

01 December 2024 20:58 0 dîtin
Netanyahu: "Em bi berdewamî gesedanên li Sûriyeyê disopînin"

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku ew bi berdewamî geşedanên li Sûriyeyê dişopînin û got ku ew peymana agirbestê ya bi Lubnanê re bi tundî pêk tînin.

Netanyahu di hevdîtina xwe ya bi rayedarên artêşê re ku Wezîrê Parastinê Yisrael Katz jî amade bû de derbarê rojevê de daxuyanî da.

Netanyahu diyar kir ku ew bi biryar in ku "berjewendiyên jiyanî yên welêt û destkeftiyên şer biparêzin" û got ku wan "agirbesta bi Lubnanê re pir bi tundî pêk anîn."

Netanyahu got: “Em bi berdewamî geşedanên li Sûriyê dişopînin.”