Netanyahu: Em hemî agirbestên pêswext red dikin

07 November 2023 13:54 0 dîtin
Netanyahu: Em hemî agirbestên pêswext red dikin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Israîlê diyar kir, Îsraîl berpirsîtiya ewlehî û giştî ya Şerîda Xezzeyê heta demeke nediyar radike. Herwiha dibêje: “Em hemî agirbestên pêşwext red dikin, heta revandî ji aliyê Hamasê ve neyên azadkirin.”

Li gor Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di bernameyeke televizyonê de got, Îsraîl berpirsîtiya ewlehî û giştî ya Şerîda Xezzeyê heta demeke nediyar radike.

Di bersiva pirsekê de, gelo ew dixwazin piştî şer kî Xezzeyê bi rê ve bibe, Netanyahu got: “Yên ku naxwazin wekî Hamasê bin.”

Netanyahu eşkere kir, ti agirbest li Xezzeyê nayên kirin, heta Hamas revandiyan azad neke.