Netanyahu: Zextan zêde dikin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku zextên navneteweyî yên li ser wan zêde dibin ji ber ku êrîşên welatê wî yên li ser Şerîda Xezzeyê berdewam dikin, lê "divê ew li ber xwe bidin".
Derbarê axaftina Netanyahû ya di hevdîtina bi wezîr û rayedarên artêşê re ji teref Serokwezîrtiya Îsraîlê ve daxuyanî hat dayîn.
Derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê de jî Netanyahu îdia kir ku ew "di rêya serketinê de ne" û îdia kir ku ev yek wê dem bigire, lê ne bi salan.
Netanyahu destnîşan kir ku ew dixwazin Xezze bê "bêçekkirin" û îdia kir ku "Ji bo vê yekê jî Xezzeyê di nav de li rojavayê Çemê Urdunê kontrola ewlehiyê ya Îsraîlê hewce dike."
Netanyahu diyar kir ku ji bo ku bigihîjin armancên xwe divê li hember zexta zêde ya li ser wan bisekinin û wiha got: "Divê ez rastiyê ji we re bibêjim. Zextan zêde dikin. Her kesê ku bi pêkhateyên biyanî re têkilî hebe dikare vê yekê bibêje."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin