Netanyahû: Emê bibin yekem welatê ji koronayê rizgar dibe

25 December 2020 20:07 0 dîtin
Netanyahû: Emê bibin yekem welatê ji koronayê rizgar dibe

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû behsa tedbîrên ku wergirtine kir û got, emê bibin yekem welatê ku ji koronayê rizgar bibe. Netanyahû herwiha nava hefteyê li pêş kamerayan derziya koronayê li xwe dabû.

Piştî ku hikûmeta Îsraîlê biryara qedexeya çûnûhatinê ya du hefteyan û hejmarek rêkarên din ên ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê pesend kir, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ragihand, ew hewl didin di proseya derzîkirina koronayê de Îsraîlê bikin qehremanê cîhanê û got, ji hefteya bê ve hêvîdarim rojane 100 hezar kes bên derzîkirin ku ew jî hejmareke zêde ye li ser asta cîhanê.

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir: “Dixwazim ji we re bêjim ku kampanyayeke bêhempa ya derzîkirinê û qedexeyeke çûnûhatinê ya demkurt û bilez li aliyekê din, me ji koronayê rizgar dike. Wiha dixuye ku em dê bibin yekemîn welat ku di nav çend hefteyên kêm de ji koronayê rizgar dibin.”

Heta niha li Îsraîlê bêhtirî 385 hezar kes bi koronayê ketine û herwiha zêdetirî 3,150 kesan jî mirine.