Zelenskiy: “Çîn nahêle ku welatên din tevlî hevdîtinên astiyê yên Ûkraynayê bibin”

06 June 2024 21:40 0 dîtin
Zelenskiy: “Çîn nahêle ku welatên din tevlî hevdîtinên astiyê yên Ûkraynayê bibin”

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Zelensky, li Sîngapûrê tevlî 21em Diyaloga Shangri-La bû û di zîrwê de axifî. Di civîna çapemeniyê de Zelenski got ku welatên dixwazin tevlî hevdîtinên aştiyê yên bi Ûkraynayê re bibin û hevdîtin nêz dibin, Çîn zorê dide ser wan welatan da tevlî hevdîtinên aştiyê nebin.

Zelenski got ku wê hevdîtin li Îsvîçrê bibin û Çîn zorê dide wan da tevlî hevdîtinên aştiyê nebin. Zelenski got:

“Rûsya, erka Çînê ya li herêmê bikartîne, dîplomatên Çînê jî bikartîne da zîrwa aştiyê xerab bike. Dewletekî weka Çînê mezin, serbixwe û xwurt ciyê daxêye ku di destê Rûsyayê de weke alaveki ye.”

Zelenski bang li wan welatan kir ku tevlî zîrwê bibin û dewam kir:

“Di zîrwê de pêşniyarên wan welatan yên di derbarê ewlehiya nuklerî, ewlehiya xida û serbestberdana dîlan heye. Em amade ne ku bibihîzin şer biqede, pêşniyarên aştiyê bibin û em ber bi aştiyê ve herin.”