Zelenskiy: Divê werzîsvanên Rus, tevlî olîmpiyatan neyên kirin

30 January 2023 18:00 0 dîtin
Zelenskiy: Divê werzîsvanên Rus, tevlî olîmpiyatan neyên kirin

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, ji Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron xwest ku werzîşvanên Rûsî, beşdarî Olîmpiyatên 2024an ên li Parîsê nebin.

Piştî ku Amerîka û Ewropayê ragihandin ku ew ê tanqan bişînin Ukraynayê, hêzên Rusyayê hejmareke zêde êrîşên moşekî li ser Ukraynayê pêk hanîn.

Volodimir Zelenskiy, li ser vê yekê destnîşan kir ku destûrdayîna werzîşvanên Rûsî ku beşdarî Olîmpiyatên 2024an ên li Parîsê bibin dê wekî peyamek "terorîstbûnî bi awayekî tê qebûlkirin" were hesibandin.

Her wiha hat diyarkirin ku Zelenskiy li ser mijarê ji Macron re gotiye ku beşdarbûna Moskowê ya Olîmpitadê dê rê li ber propagandayê veke.