Netanyahu: “Me li ûnsûrekî bernama nuklerî ya Îranê xist û zerarê da siyanên berxwedana Îranê”
PeyamaKurd – Benyamin Netenyahu li ser êrîşa ser Îranê ya 26ê Cotmehê daxwuyanî da.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu ragihand ku di êrîşa ser Îranê ya di 26ê Cotmehê de, li ûnsûrekî bernama nuklerî ya Îranê xistine û zerarê dane şiyanên bergiriya Îranê. Netenyahu got ku zerarê dane hilberîna fuzeyan, bergiriya Îranê û weha dewam kir:
“Ev ne sirr e. Di êrîşê de me li ûnsûrekî bernama nuklerî ya Îranê xist. Wekî din li derdora Tehranê sîstema bergiriya hewayî ya Îranê heye ku 3 sîstemên S-300 yên Rûsyayê hatine bicîh kirin, me li bartaryayên wan xist.
Îran, di fuzeyên balistik yên menzîla wan dirêj de, hilberîna ardûya hişk dikin û di hilberîna fuzeyan de bikartînin, me zerara mezin da şiyana hilberîna wan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin