Mala Netanyahu bû hedefa balafira bêmirov: Daxuyaniya Îranê

20 October 2024 20:22 0 dîtin
Mala Netanyahu bû hedefa balafira bêmirov: Daxuyaniya Îranê

PeyamaKurd – Nûnertiya Daîmî ya Îranê li Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Hizbullaha Lubnanî li pişt êrîşa bi balafirên bêmirov ên li ser mala Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ye.

Nûnertiya Daîmî ya Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku êrîşa hewayî ya bêmirov a li dijî herêma ku mala Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu lê ye, ji aliyê Hizbullaha Lubnanê ve hatiye kirin.

Balafira bêmirov a ku ji Lubnanê hat avêtin li herêma ku avahiya Serokwezîr Netanyahu lê ye li bajarê Qeyseriyê yê li bakurê Îsraîlê ket.

Îranê Hizbullah nîşan da

Nûnertiya Daîmî ya Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî da. Nûnertiyê di daxuyaniya xwe de derbarê gelo ti pêwendiya Îranê bi bûyerê re heye yan na, got, "Ev çalakî ji aliyê Hizbullaha Lubnanê ve hatiye kirin."

Di daxuyanîya ku ji aliyê Serokwezaretîya Îsraîl ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li Qeyserîyê ber bi mala Netanyahu ve drone hat avêtin.

Di daxuyaniyê de hat îddîakirin ku Netanyahu û hevjîna wî di dema bûyerê de ne li malê bûn û ti kes birîndar nebû, lê derbarê mijarê de agahiyên berfireh nehatin dayîn.