Netanyahu: Operasyona li dijî Hamasê nayê rawestandin!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duh gotibû ku tu tişt nikare operasyona li dijî Hamasê ya li Refahê rawestîne.
Netanyahu diyar kir ku zexta leşkerî û nermbûna di hevdîtinan de wê bibe sedema azadkirina dîl û girtiyan û destnîşan kir ku bêyî operasyona leşkerî ya li dijî Refahê serketina li dijî Hamasê pêk nayê. Netanyahu ragihand ku hêzên Îsraîlê zêdetirî 200 çekdar li Nexweşxaneya Şîfa ya Xezzeyê kuştine.
Serokwezîrê Îsraîlî tevger bi "tûrbûna" helwesta xwe di danûstandinên ji bo bidestxistina agirbestekê di şerê li zîvala Gazayê tawanbar kir. Netanyahu got: "Di dema danûstandinan de Îsraîl di helwêstên xwe de nermbûn nîşan da, lê Hamasê jî helwestên xwe hişk kirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin