Netanyahu: Pêdiviya me bi çekên DYAyê heye

22 June 2024 15:10 0 dîtin
Netanyahu: Pêdiviya me bi çekên DYAyê heye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniyeke di bersiva rasterast de li ser rexneyên wî yên li ser giliyên Qesra Spî yên derbarê derengxistina çekan de teqez kir ku welatê wî ji bo "şerê hebûna xwe" pêdivî bi çekên Amerîkî heye.

Netanyahu got, "Ez amade me êrîşên kesane ragirim heta ku Îsraîl çekên ku di şer de ji bo hebûna xwe hewce dike ji Amerîkayê werbigire."

Koşka Spî dilgiraniya xwe li hember rexneyên Serokwezîrê Israîlê ji Amerîkayê re nîşan da û di atmosfera aloziya navbera her du hevpeymanan de ji ber şerê Israîlê li Şerîda Xezzeyê û daxuyaniyên Netanyahu yên vê hefteyê yên derbarê dereng şandina çekan a Amerîkayê ji bo wî welatî wekî "heqaret" bi nav kir.

Berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî John Kirby ji rojnamevanan re wiha got:

Ev daxuyanî gelek xeyalşikest e û bê guman me aciz dikin, ji ber piştgiriya ku me daye û wê berdewam bike.

Kirby wiha berdewam kir:

Bi kêmanî ev yek sosret û xeyalşikest e, ji ber ku tu welatekî din ji me zêdetir alîkariya Îsraîlê nekiriye ku xwe li hember gefa (Hamas) biparêze.