Netanyahu: Wê wezîrê bergiriyê Gallant wezîfa xwe dewam bike
PeyamaKurd – Di wexta ku serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu li ser qanûna ewlehiyê û darazê daxuyanî dida, ragihand ku wê wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Yoav Gallant wezîfa xwe dewam bike. Netenyahu daxwuyaniya xwe li navenda artêşê ya li Tel Avivê da.
Netenyahu got ku muxalefet nahêle qanûna darazê derê û sedema nexweşînên di navbera welatên cîran û Îsraîlê de partiyên muxalefetê ne. Netenyahu got:
“Muxalefeta ku berê hukumet bû qelsiyê kir û cesaretê da dijmin. Di wexta hukumeta berê de êrîşên terorê derketin du qatî. Ew zerarên ku hukumeta berê ji me re hiştiye, em ê telafi bikin û wê wezîrê bergiriyê Gallant wezîfa xwe dewam bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin