Wezîrê bergiriyê Gallant: Wê Fîlîstînî Gazzeyê îdare bikin
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Yoav Gallant ragihand ku wê Gazzeyê ji aliyê Fîlîstîniyan de bê îdarekirin û divê encama operasyona Gazzeyê bi tevgera siyasî ve bê girêdan. Lê li gor çapemeniyê; serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu li hemberê vê fikrê ye. Gallant weha got:
“Piştî êrîşên Îsraîlê wê Fîlîstînî Xezzayê birêve bibin. Êrîşa zêde li bakûrê Xezzayê qediyaye û wê di nêz de ya başûr jî biqede. Li ser Hamasê tenha zora leşkerî dikare bandorê bike û me rêyên diçin Rafahê biriye.
Dibe qelsiya siyasî zerarê bide pêşdeçûna operasyonên leşkerî. Hukumeta dahatû ya li Xezzayê divê ji wê derê bizê. Wê Xezza ji terefê Fîlîstîniyan de bê îdarekirin. Divê encama tevgera leşkerî bi tevegra siyasî re bê girêdan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin