Netanyahu xwest ku çalakiyên ji bo pistgiriya Xezzeyê li zanîngehên Amerîkayê bên rawestandin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji ber xwepêşandanên ku li hin kampusên zanîngehan li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) berdewam dikin, banga rawestandina xwepêşandanên xwendekaran kir, ku wî ev xwepêşandan wekî "xetere" binav kir.
Di dema ku xwenîşandanên alîgirên Filistînê li zanîngehên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi lez belav bûn, Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu li ser vê mijarê peyamek vîdyoyî bi zimanê Îngilîzî weşand. Netanyahu îdia kir ku xwepêşandanên xwendekaran ên ji bo rawestandina xwînrijandina li Xezzeyê " antisemitik" in. Netanyahu xwenîşandanên li zanîngehên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wek "xerab" binav kir û banga rawestandina van xwepêşandanan kir.
Netanyahu angaşt kir ku hin karbidestên dewletî, herêmî û federal ên Dewletên Yekbûyî li hember van protestoyên li dijî dagirkeriyê bertek nîşan dan, lê pêdivî ye ku bêtir were kirin. Netanyahu bi îdiaya ku Îsraîl "bi neheqî bi jenosîdê tê sûcdarkirin" diyar kir ku divê her kes li hemberî xwepêşandanên " antisemitik" bertek nîşan bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin