Neteweyên Yekbûyî li ser êrîs û binpêkirinên Bendava Tisrînê raporekê amade dike

26 January 2025 10:09 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî li ser êrîs û binpêkirinên Bendava Tisrînê raporekê amade dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Komîteya Lêkolînan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser êrîşên ser Bendava Tişrînê di meha pêş de raporekê belav dike ku niha şopandin û amadekariya wê raporê tê kirin.

Komîteya Lêkolînan ya NY, êrîşên Tirkiye û çekdarên girêdayî wê yên ji 8ê Kanûna 2024an ve piştî rûxandina rejîma Esed ve li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê berdewam dikin, dişopîne û amadekariya pêşkeşkirina raporekê dike.,

Hate zanîn ku ew komîte niha binpêkirin û tawanên şer ên li herêmê dişopîne û dê rapora xwe jî di meha Sibatê de pêşkeşî raya giştî ya cîhanê bike.

Hate zanîn ku ew komîte niha tawanên şer ên li herêmê dişopîne û dê rapora xwe jî di meha Sibatê de pêşkeşî raya giştî ya cîhanê bike.

Çavdêriya Mafên Mirovan Sûriyê (SOHR) herî dawî ragihandiye, balafirên Tirkiyeyê doh 25ê Çile otombîlên sivîlan li nêzîkî bendava Tişrînê bombebaran kirine û di encamê de 2 ke hatin kuştin û 10 jî  birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye, li derdora Bendava Tişrînê xelekê herêmê yê ji bo protestoya êrîşan kom dibe ev çend car in rastî bombebaranên artêşa Tirkiyê tên ku heta niha 21 kesên sivîl di wan êrîşan de can dane û 203 kes jî birîndar bûne.