Neteweyên Yekbûyî: Li Sûriyê rews xerabtir bûye

29 August 2024 19:40 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî: Li Sûriyê rews xerabtir bûye

 PeyamaKurd - Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) civîneke taybet li ser rewşa Sûriyeyê li dar xist ku tê de nîqaşên tûnd di navbera nûnerên Amerîkayê û rejîma Sûriyeyê de derketin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Petersen di civîna Konseya Ewlekariyê got, meha dawî wan dîtiye ku rewşa Sûriyeyê xerabtir bûye.

Geir Petersen diyar kir: “Xemgînî ye ku hema bêje her roj li Sûriye û herêmê bi berdewamî sivîl tên kuştin û birîndarkirin. Pevçûnên vê meha dawî ne tenê zerer da sivîlan, her wiha metirsiyeke nû ye ji bo aştî û ewlehiya qada navneteweyî. Aloziyên herêmê gihîşt asteke metirsîdar.”

Cîgirê Nûnerê Sûriyeyê yê NYyê Hakam Dandi jî got: “Nûnerê Amerîkayê li ser Sûriyeyê gotinên nerast dike û her kes dizane ku hebûna leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê ne yasayî ye ku bi hinceta DAIŞê ye.”

Li aliyê din Cîgirê Nûnerê Amerîkayê Robert Wood jî di civînê de anî ziman: “Dibêjin ku Amerîka çavkaniyên Sûriyeyê bi kar tîne. Ev tiştekî nerast e. Leşkerên me li Sûriyeyê li dijî DAIŞê şer dikin. Me çend caran ev got.”

Herwiha nûnerên Amerîkayê dane zanîn ku kesekî bi qasî Hikûmeta Sûriyeyê rewşa gelê Sûriyeyê xerabtir nekiriye.