Neteweyên Yekbûyî bang li hikûmeta Iraqê kir
PeyamaKurd – Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) bang li hikûmeta Iraqê kir ku hesab ji berpirsên tundiya li dijî xwepêşanderan bipirse.
Serokê UNAMI Jeanine Hennis-Plasschaert, derbarê xwepêşandanên protestoyî yên Bexda û bajarên din ên Iraqê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, pêwîste demildest tundî raweste û Plasschaert, ji bo xwepêşandanên doh 5ê Îlonê da zanîn, “Li gorî raporan di xwepêşandanan de 5 mirî û birîndar hene. Pêwîste ev tundî raweste.”
Jeanine Hennis-Plasschaert, herwiha bang li hikûmeta Iraqê kir, hesab ji berpirsên tundiya xwepêşandanan bê pirsîn.
Li gorî amarên Komiseriya Mafên Mirovan a Iraqê di 5 rojên xwepêşandanên protestokirina hikûmeta Iraqê de ku 1ê Îlonê destpê kiribûn, bêhtirî 100 kes hatin kuştin, 3 hezar û 978 kes birîndar bûn û ji 567 kesên hatibûn binçavkirin jî 355 ji wan hatine berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin