Neteweyên Yekbûyî bang li Talîbanê û civaka navdewletî kir
PeyamaKurd - Piştî ku Talîbanê tevahiya Afganistanê kontrol kir, Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî civîneke bilez pêk anî û bang li Tevgera kir.
Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres di axaftina xwe ya li Encûmena Asayîşa Navdewletî ragihand; hemû cîhan alozî û tirsa li Afganistanê temaşe dike û ji bo hemû aliyan û di serî de jî ji bo Talîbanê banga aramiyê kir.
Guterres got: “Niha dema yekbûnê ye. Divê civaka navdewletî ji bo ku li Afganistanê mafên mirovan werin parastin, werin ba hev û yekdeng bibin.”
Guterres diyar kir: “Ez bang li Encûmena Asayîşa Navdewletî û civaka navdewletî dikim ku ji bo çewisandina gefa terorê ya cîhanî ya li Afganistanê û ji bo parastina mafên mirovan ên bingehîn, hemû alavên di destê xwe de bi kar bînin û bibin yek û bi hev re tevbigerin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin