Neteweyên Yekbûyî biryara agirbesta cîhanî ji ber Korona da
PeyamaKurd - Ji ber şewba Korona Lijneya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî biryara 90 rojan bo agirbesta cîhanî da. Agirbest bo operasyonên li dijî DAİŞ, El-Nusra, El-Qaîde û komên girêdayî wan derbas nabe.
Lijneya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (LENY) ji ber şewba Koronavirusê, agirbesteke cîhanî ya bo 90 rojan ragihand.
Fransa û endamê demkî Tunisê bernivîsa derbarê agirbestê hazir kirine. Bernivîs di civata 15 endaman de bi yekdengî hatiye pejirandin.
Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê NYê piştî qebûlkirina bernivîsê kêfxweşîya xwe aniye zimên û bang li dewletên cîhanê kiriye ku hewlên ji bo aşitîyê zêdetir bikin.
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) di 11ê Adarê de dabû zanîn vîrusa Koronayê pandemî ye û di 23ê Adarê de jî Guterresî banga agirbesta cîhanî kiribû. Lê ji ber nîqaşên li LENYyê agirbest çênebûbû.
Operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞ, El-Nusra, El-Qaîde û komên girêdayî wan li derveyî agirbesta cîhanî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin