Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê: Mafên mirovan biparêzin!

05 September 2018 23:18 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê: Mafên mirovan biparêzin!

PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî dilgiraniya xwe ji kuştina xwepêşandêrên bajarê Besrayê derbirî û daxwaz ji parlemantoya Iraqê kir gavên pêwîst ji bo pêkanîna hikûmeta nû bavêje.

Nûnerê Sekreterê Giştê yê NY yê taybet bo Iraqê Jan Kubis di daxuyaniyekê de daxwaz ji desthilata Iraqê dike ku bikaranîna hêzên li dijî xwepêşanderan dûr bixîne.

Herwiha daxwaz kir, ku  ew kesên ku destên wan di kuştina xwepêşanderan û tundûtûjiyê de hene lêpirsîn û siza bike û parastina mafên mirovan bike.

Nûnerê Sekreterê Giştê yê NY yê taybet bo Iraqê daxwaz kir, ku hikûmeta Iraqê hewlên xwe yên zêde ji bo cibicîkirina daxwazên xelkê bike.

Duhî ji encama çêbûna aloziyan û bikaranîna hêzê li dijî xwepêşandanên xelkê Besra, 7 xwepêşander hatin kuştin û bi dehan birîndar bibûn.

 

Îro Serok Barzanî jî di peyamekê de piştgirî û hevxemiya xwe ji xelkê Besrayê re nîşan da, peyama Barzanî dengvedaneke mezin li pey xwe anî.

 

Xwepêşandanên bajarê Besre û parêzgehên din ên Iraqê, 8ê Tîrmeha 2018an destpê kirin û roj bi roj berfirehtir bûn, di encama bikaranîna tundiyê ji aliyê hêzên emnî ve, bi dehan xwepêşander û endamên hêzên emnî hatin kuştin û birîndarkirin.