Neteweyên Yekbûyî: Pêdiviya bajarên Sûriyê bi laboratuarên pêsketî heye

10 April 2020 19:42 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî: Pêdiviya bajarên Sûriyê bi laboratuarên pêsketî heye

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê ragihand ku li bajarên Sûriyê hewcedarî bi amadekirina (Laboratûar) teqîgehên pêşketî heye. 

Kordînatorê Ofîsa  NY ya Karûbarên Mirovî li Sûriyê Omran Rîda, piştî serdana xwe ya teqîgeheke li Şamê got, “Ew ê li Şam, Heleb, Laziqiye, Hums û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, teqîgehên pêşketî amade bikin.”

Omran Rîda destnîşan kir, rewşa li Sûriyê, ji aliyê tenduristî û pêdiviyên wê ve pir xirab e.

Koordînetorê NY herwiha amadebûna xwe ya ji bo pêşkêşkirina alîkariyên tenduristî anîye ziman.

Hêjayî gotinê ye, li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê derfetên tenduristiyê yên ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê gelekî kêm in ku heta niha hejmara testan jî gelek kêm e ku nexweşên Covid-19 nayên tesbîtkirin. Ev jî wekî metirsiyeke mezin tê nîşandan.