Neteweyên Yekbûyî ser û pevçûnên li Sûdanê bi tundî sermezar kir

16 April 2023 16:01 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî ser û pevçûnên li Sûdanê bi tundî sermezar kir

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, li ser şer û pevçûnê du hêzên Sûdanê yên Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) û artêşa Sûdanê ku ji doh 15ê Nîsanê ve, zêdetirî 56 sivîl hatine kuştin û 600 kes jî birîndar bûne, daxuyan da.

Di daxuyaniya Guterres a ji aliyê Berdevkê Sekreterê Giştî Stephane Dujarric ve hatiye belavkirin de, şer û pevçûnên herdu hêzên Sûdanê bi tundî hate şermezarkirin.

Dujarric got: "Sekreterê Giştî bang li serkirdeyên RSF û hêzên çekdarên Sûdanê dike, demildest pevçûnan rawestînin, aramiyê dabîn bikin û ji bo çareserkirina krîza heyî dest bi diyalogê bikin.”

Herwiha Dujarric, da zanîn ku bilindbûna asta pevçûnan dê bandoreke xirab li ser sivîlan bike û rewşa xirab a mirovî li welat hîn xirabtir bike.

Guterres daye xuyakirin ku ew piştevaniya hewldanên ji bo pêkanîna aştiyê û dahutiyeke ewle bo gelê Sûdanê dikin.