Tirkiyê rêkeftina HSD û Neteweyên Yekbûyî bi tundî sermezar kir
PeyamaKurd – Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser mafên zarokan rêkeftinek îmze kirin, Wezareta Derve ya Tirkiyê berdek nîşan da û got, “Ev li ser navê NY geşedaneke xetarnak e, em bi tundî şermezar dikin.”
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî (Ferhat Ebdî Şahîn) ligel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) bo karûbarên Zarokan, Virginia Gamba li baregaha NY li bajarê Cenêvê yê Swîsreyê planeke kar ji bo qedexekirina bikaranîna zarokan di şer de îmze kiribû û HSDê soz da bû hemû keç û kurên temen biçûk ji nav hêzên xwe derxe.
Wezareta Derve ya Tirkiyê piştî belavbûna vê nûçeyê daxuyaniyek belav kir û got, Ev li ser navê NY geşedaneke tirsnak e, em bu tundî şermezar dikin.”
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin, ew rêkeftina ku bêyî agahdariya endamên ofîsa NY ya Cenevê bi fermandarê HSDê yê terorîstê PKKê Ferhat Abdi Şahin re hatiye kirin, li ser navê Neteweyên Yekbûyî geşedaneke gelekî xeternak e, em bi tundî şermezar dikin. Li ser mijarê em derhal di nav NYyê de ketine nav hewildanê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin