Neviyê rêberê Kurd Seyîd Riza, Rustem Polat koça dawî kir

08 January 2021 15:15 0 dîtin
Neviyê rêberê Kurd Seyîd Riza, Rustem Polat koça dawî kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku neviyê rêberê serhildana Dersîmê Seyîd Riza ku sala 1938an hatibû darvekirin Rustem Polat li bajarê Mainz ê Almanyayê koça dawî kir.

Li gorî zanyariyan neviyê Seyîd Riza, Rustem Polatê 70 salî li bajarê Mainz ê Almanya îro 8ê Çile danê sibehê ji ber qeyrana dil wefat kiriye.

Polat di jiyana xwe de gelekî hewil daye ku cihê gora kalê wî Seyîd Riza yê hatibû îdamkirin, bê eşkerekirin û biçe serdana gora kalê xwe.